Sereke

Leşker qulixa mêrxasî mîyaser dikin: serokkomar û parêzerê mafên mêriv li tabîyên leşkera qesidîne

Serokkomarê Ermenîstanê Armên Sargsyan tevî parêzerê Ermenîstanêyî mafên mêriv Arman Tatoyan li tabîyên pareskerekî wezîreta parastinêye li qeza Syûnîkê qesidîne, nasîya xwe dane sînora, qewilên jîyîna leşkera û tevî sînorxweykira qise kirine.
“Hûn borcdarîyên xwe baş diqedînin.Li rex hevbin û miqatîyê hindava hevda bikin, alî hev bikin û guh bidine tendurustîya xwe. Malbeta xwe bîr bînin, qulixî welêt bikin û piştgirîya hev bikin. Min tevî fermandarê we qise dikir, ew derheqa weda li ser fikireke bilinde. Ez wera careke mayîn qewînbûnê dixwezim. Li ser xwe gumanbin, wekî em hemû jî derheqa weda difikirin.Qewînbin”,-serokkomar gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button