Sereke

Li Tirkîyayê wê civîna ulmî bê derbazkirinê, ya ku komkujîya Ermenî înkar dike

Bi koordînasîyakirina serokatîya Tirkîyayê, 2O-ê nîsanê wê civîna ulmîye navnetewî bê derbazkirinê, ya ku komkujîya Ermenî înkar dike. Nava elametîya ofîsa serokatîyêda hatîye dîyarkirinê,wekî civînê bi sê gotûbêjkirinên cuda-cudava pêşda bê. Ya ewlin wê bi vê sernivîsarê derbazbe: “Bûyarên sala 1915-a û pirsa ermenî nava şuxulkarîya dîrokîda”. Li vir hîmlî wê şêwirmendê Êrdoganê serok Sehîd Sêrtçelîk bi xeberdan pêşda bê.
Bi sernivîsara “Bûyarên sala 1915-a ji alîyê mafê navnetewîda” wê gotûbêjkirina duem derbazbe.
Ya sêem wê bi vê sernivîsarêbe:”Hukumê bûyarên sala 1915-ye li ser rojên îroyîn û pêrspêktîvên pêşerojê”.
Hatîye dîyarkirinê, wekî xêncî Tirkîyayê wekîlên ji ŞAY, Rûsîyayê, Almanîyayê, Fransîyayê û Îrlandîyayê wê tevî civînêbin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button