Sereke

Serekwezîrê Kurdistanê û dêlêgasîya Organîzeya Netewên Yekbûîye ku bi pirsên xirabkarîyên DAÎŞ-va mijûl dibe, rastî hevdu hatine

Serekwezîrê Kurdistana Îraqê Mesrûr Barzanî şêwirmend û serokê Koma Organîzeya Netewên Yekbûîye lêpirsîna xirabkarîyên DAÎŞ-ê Kerîm Esed Ahmed Xan û dêlêgasîya tevî wî qebûl kirîye. Serekwezîr daye dîarkirinê, wekî wextê hevdîtinê pirsên derheqa girtina xirabkarên DAÎŞ-ê, hevkarîya organên mehkemê, usa jî hazirkirina projeya qanûna derheqa mehkemekirina xirabkarîyên DAÎŞ-ê gotûbêj kirine. Dêlêgasîyayê bona hevkarîyê û piştgirîyê, razalixî elamî hukumata herêmê kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button