Sereke

Alî gerekê qedirê hevdu bigrin û bixebitin ku bighîjine aşîtîya wededirêj: katiba Şêwira Avropayêye sereke derheqa pirsa Qerebagêda

Katiba Şêwira Avropayêye sereke Marîya Pêyçînovîç-Bûrîçê wextê civîna parlamênta Avropayêye biharê, qayîlnivîsara sêalî, ya 9-ê mijdarêye di navbera Ermenîstanê, Adirbêcanê û Rûsîyayêda silav kirîye. Bûrîçê daye dîyarkirinê, wekî nava pirsa Qerebagêda tiştê herî girîng dîyaloga di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêdane.
“Alî gerekê qedirê hevdu bigrin û bixebitin ku bighîjine aşîtîya wededirêj. Pirseke civînêye mayîn jî paşdavegerandina dîlên ermenî û milahîmkirina halê sertî di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda bûye. Em gerekê tevî welata, lê ne ku derheqa welatada xeberdin.Carina him ew lazime, him jî tiştê mayîn lazime. Feqet pêwandîya here baş dîyaloge. Eva prînsîpa xebata sîstêma meye hîmlîye. Vê nêzîkbûnê gerekê nava wedê here giranda bidine xebatê. Nava pirsa Qerebagêda jî tiştê herî girîng dîyaloge”,-seroka Şêwira Avropayê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button