Sereke

Serekwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Hewlêrê rastî dîplomatên welatên endamên Yektîya Avropayê hatîye

Kurdistan alî wan învêstora dike, yên ku dixwezin bîznêsa xwe li herêmê sazkin. Derheqa wê yekêda serekwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî wextê hevdîtina tevî dîplomatên avropî gotîye. Barzanî halê li Kurdistanê û pêwandîyên tevî Begdayê, usa jî tevî welatên Yektîya Avropayê raber kirîye. Ewî serda zêde kirîye, wekî hukumata herêmê piştgirîyê dide învêstorên cî û usa jî ji der bona ku ew bîznêsa xwe pêşda bibin.Serekwezîr derheqa piştgirîya Kurdistanêye hindava byûcêya sala 2O21-ê îzbat kirîye û hîvî ji hukumata fêdêral kirîye ku Îraq jî wan borcdarîya biqedîne. Barzanî bi hêvîdarî gotîye, wekî qebûlkirina byûcêyê wê bona helkirina pirsa bibe çawa destpêka baş.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button