Sereke

“Birîyar hatîye qebûlkirinê, ku xeta sînorê Syûnîkê anegorî sînorê Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv bê qayîlkirinê”: Nîkol Paşînyan

Wextê şêwirdarîya li avayê serokatîya qeza Syûnîkê derbazbûyî, Nîkol Paşînyanê serekwezîr derheqa pirsa sînorê qeza Syûnîkêyî tevî Adirbêcanê xeberdaye.
“Nava halekî usada, dema ku karebûnên meye parastinê bes nîbûn, hatîye birîyarkirinê, ku xeta sînorê Syûnîkê anegorî sînorê Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv bidine qayîlkirinê, bona ku em bikaribin sîstêmên bêqezîyabûna kolêktîv bidine xebitndinê”,-Paşînyan gotîye. Ewî gotîye, wekî tifaqa rûsa-ermenîyaye leşkerî-sîyasî bi dirêjaya sînorên Ermenîstanê belav dibe.Paşînyan ew yek jî şirovekir, ku sînor kîjane.
“Ez dixwezim bidime dîyarkirinê, wekî ew sînor Ermenîstanê bi xwe qirar kirine, anegorî qanûna derheqa paravekirina têrîtorîya, ya ku 24-ê gulana sala 2O1O-a hatîye qebûlkirinê,- Paşînyan gotîye û perçekî ji wê qanûnê raber kirîye.
Bi gotina Paşînyan bi wê qanûnê Komara Ermenîstanê sala 2O1O-a topraxa xwe anîye ber çeva, li kîderê Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv dişuxule.Ewî daye dîyarkirinê, wekî qanûnêda nehatîye kifşkirinê, wekî xeta sînor di navbera Ermenîstanê û Arsaxêdane, lê hatîye nivîsarê, wekî sînorê Ermenîstanê û Adirbêcanê dighîjine hev.Derheqa sînorê Syûnîkêda jî Paşînyan gotîye, wekî gerekê dereca bêqezîyabûna sînor bidine bilindkirinê. Bo wê yekê jî sînor gerekê ji alîyê leşkerên sînorxweykirda bêne xweykirinê, lê bêqezîyabûna sînor jî gerekê hêzên Ermenîstanêye sîlihkirî çareserkin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button