Sereke

Fêdêrasîya Rûsîyayê nava karê sekinandina dew-doza li Qerebagê rola girîng lîstîye:Pûtîn

Fêdêrasîya Rûsîyayê nava karê sekinandina dew-doza li Qerebagê rola girîng lîstîye.Derheqa wê yekêda serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn, wextê berbirîbûna berbi civîna fêdêral gotîye.
Bi gotina wî, Rûsîya bona hevkarîya ortedewletîda vekirîye, dicedîne piştgirîyê bide helkirina dew-dozên herêmî.
“Me îdî li Sûrîyayê, bona qewînkirina hal, li Lîbîyayê bona îzbatkirina dîyaloga sîyasî gelek tişt kirîye. Rûsîyayê rola sereke lîstîye bona ku dew-doza Qerebagê bide sekinandinê”,- serokê Rûsîyayê gotîye.
Ewî serd zêde kirîye, wekî li ser hîmê qedirgirtina hindava hevda, Moskva heleqetîya tevî dewletên dinîyayê çê dike: li Asîyayê, Amêrîka Latînî, û tevî gelek welatên Avropayê. Bi gotina serokê Rûsîyayê, Rûsîya bi berfirehî hevkarîya tevî teşkîleta hevkarîya Şan Hayê, Hevalbendîya Welatên Serbest, tifaqdarên Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv dide berfirehkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button