Sereke

Parêzerê mafên mêriv guhdarîya teşkîletên navnetewî teglîfî ser elametîyên Elîyêve faşîstî dike

Parêzerê Ermenîstanêyî mafên mêriv Arman Tatoyan fêysbûkêda elametî belav kirîye:
Serokê Adirbêcanê 2O-ê nîsana sala 2O21-ê wextê hevpeyvîna tevî têlêvîzîyona Adirbêcanêye sereke, derheqa binelîyên temamîya Ermenîstanêda bi gefxwerinên eşkerava pêşda hatîye.
Bi hesabhildana axa Ermenîstanêye serbixwe, ewî derheqa sazkirina wa gotî “Sivdera Zangêzûrê”, deranîna binelîyên Ermenîstanêda gotîye. Elîyêv usa jî daye dîyarkirinê, wekî hemû qewat hatine mobîlîzasyîakirinê, ku vê bernamê bidine mîyaserkirinê.
Pêşîya wê yekê jî, 12-13-ê nîsanê, serokê Adirbêcanê gotîye, wekî hemû merivên li Ermenîstanê û Arsaxê bi psîxolocî nexweşin, bêfemin, barbarin û gelek tiştên mayîn.
Sîstêmên navnetewî borcdarin hesab hildin, rûyê bêdengîya wanda Adirbêcanê gelek barbarî, teribandinên mafên mêriv, mîyaser kirine.
Pêwîste, mecalên anegor bidine xebatê, ku sîyasîya Adirbêcanêye komkujî û faşîstî bidine sekinandinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button