Sereke
Stansîya Mêsamorêye atomî dixwezin hetanî sala 2O36-a bidine xebatê: koma ermenîya-rûsa wê bê sazkirinê
Bona ku piştî sala 2O26-a wedê xebitandina stansîya Ermenîstanêye atomî bidine dirêjkirinê, wê koma ermenîya-rûsaye xebatê bê sazirinê. Derheqa wê yekêda serokê stansîya atomî Movsês Vardanyan gotîye.
“Emê navnîşa kandîdata raberkin, yên ku wê bikevine nava wê komê”,-Vardanyan gotîye.Cîgirê wezîrê têrîtorîya Hakob Vardanyan elam kirîye, wekî serokatîya welêt dixweze xebitandina stansîya atomî hetanî sala 2O36-a bide dirêjkirinê.