Tirkîyayê avayê li merkeza Yêrêvanê çawa sera Adirbêcanêye padişatîyê raber kirîye /wêne/

Parlamênta Ermenîstanê bersiva rêportaja têlêvîzîyona Tirkîyayêye dewletê daye,wextê kîjanê avayê li merkeza Yêrêvanê çawa beşeke palata azêrîye padişatîyê hatîye raberkirinê.
Parlamêntê daye dîyarkirinê, wekî ew avayî sala 1876-a, çawa cîhê rûniştandina konsûlê Îranêyî ewlin hatîye çêkirinê û hetanî sala 192O-î çawa konsûlxwene xebitîye.Arxîtêktorê avayî Mîxayîl fon dêr Nonnêye. Salên 5O-î, yên sedsala 19-a, ew avayî yê dewlemendê fariz Hecî Abas Ebdû Husêyn bûye. Wededa oda konsûlê Îranê bi temamî bi şkilava hatîye xemilandinê, yên ku hetanî roja îroyîn hatine xweykirinê. Paşê ew avayî bûye ştaba dîvîzîya ermenî, lê peyîra ew bûye komîtêya piştgirîyêye bi serkarîya Hovhannês Tûmanyan. Ji sala 1963-da li vir hevaltîya ermenîye parastina heykelên dîrokî bûye, hîmdar û serokê kîjanî Martîros Saryan bû. Gor Yêranyanê parlamêntvan gotîye,wekî ev sîyasîya tirka- azêrîya tiştekî nû nîne û ew zûva ji vê yekê zendegirtî namînin. Bi gotina wî, ew dicêribînin xêncî çanda ermenî, heykelên îranî jî bikine yên xwe.

