Sereke

Wezîreta Adirbêcanêye karên der ketîye orta du kevira: şirovekirina elametîya Elîyêv

Wezîret Adirbêcanêye karên der, bi teribandina hemû normên qebûlkirî, qirar kirîye xeberên serokê welatê xwe şirove bike. Wekîla wezîretêye fermî Lêyla Abdûlayêvayê gotîye, wekî nava gotinên Elîyêve derheqa sivdera Zangêzûrêda qezîya hindava yektîya têrîtorîyayên Ermenîstanê tune. Rojekê pêşda jî Elîyêv gef xweribûn, gotibû, ku heger pirsa sivdera Zangêzûrê bi rezedilî neyê helkirinê, wî çaxî ewê bi qewatê wê yekê bikin. Elîyêv Zangêzûr û Yêrêvan çawa “axa Adirêbcanêye dîrokî” nav dike û elam kirîye, wekî cimeta Adirbêcanê dikare paşda vegere li wir.
Bi gilîkî, wezîreta Adirbêcanêye karên der, piştî vê elametîya Elîyêv mecbûr bû “ji bin wê yekê derkeve”, û ketîye di navbera du kevira. Ji alîkîva înkarkirina xeberên serokê dewletê dikare ne tenê ji xebatê bide derxistinê, lê bi wê yekêva tevayî dikare li ber mehkemê bide sekinandinê. Abdûlayêvayê daye dîyarkirinê, wekî wextê hevpeyvînê, serokê Adirbêcnê derheqa rêvanşîzma dijî Adirbêcanê xeberdaye û ew yek pirsa bêqezîyabûna miletîyêye.Ewê daye dîyarkirinê, wekî gelek cara hatîye elamkirinê, wekî Adirbêcan hazire tevî Emenîstanê heleqetîya li ser hîmê prînsîpên mafên navnetewî bide normalkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button