Sereke

Endamên Avroparlamêntê piştgirîya xweye hindava partîya Dêmokratîke Gela elam kirine

Prosêsa mehkemêye wa gotî ya karê Kobanê wê 26-ê nîsanê li Enqerê destpêbe. 1O8 sîyasetmedar tên gunehkarkirinê û wanara dibêjin ku wana piştgirî daye têrorîzmê. Gilî derheqa wê yekêdane, ku wextê DAÎŞ-ê sala 2O14-a êrîş birîye ser Kobanê û girêdayî wê yekêra protêsto hatine kirinê. Nava wan merivadanin usa jî serokên partîyayêye berê Salhedîn Dêmîrtaş û Fîgên Yûksêkdag, usa jî lîdêrên partîyayêye mayîn, ji kîjana 28 meriv îdî hebsêdanin.Prosêsa mehkemê wê li komplêksa hebsa Sincanê derbazbe, lê ewê çiqasî bikişîne, hê eyan nîne.
Hindava vî îşê mehkemê, hewaskarîya navnetewî pêşda hatîye, lê girêdayî nexweşîya koronavîrûsêra, dijwarî hene. Bo wê yekê jî koma dostên kurda û usa jî çend lîdêrên partîyayên avropî, yên ku nava parlamênta Avropayêdanin, bang kirine, wekî piştgirîya berxudana Kobanê gerekê çawa xirabkarî neyê qebûlkirinê. “Guhartinên van axirîaye li Tirkîyayê me nerihet dikin, wextê ku em dibînin, ku çawa sîyasetmedarên ji alîyê cimetêda hilbijartî tên binçevkirinê, lê hindava partîya Dêmokratîk, ya Gela îşên mehkemê tên pêşdakişandinê. Parlamêntvanên avropî derheqa piştgirîya xweye hindava partîya Dêmokratîk, ya Gela elam kirine. Parlamêntvana dane dîyarkirinê, wekî prosêsa mehkemê wê 26-ê nîsanê destpêbe, lê organên sîyasîye cuda wê dîna xwe bidine wê yekê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button