Sereke

Gaveke bona îzinnedayîna komkujîya naskirina wane: serokkomarê Ermenîstanê name ser navê cêrge serokên welata şandine

Pêşîya 1O6-salîya komkujîya Ermenî, serokkomarê Ermenîstanê Armên Sargsyan name ser navê ji 2O-î zêdetir serokên welata, sîstêmên navnetewî, bi taybetî Fransîyayê, Rûsîyayê, ŞAY, Almanîyayê, Îtalîyayê, Argêntînayê, Libnanê, Yûnanistanê, papê Romayê Fransîskos, padişên Nîdêrlanda, Bêlçîkayê, Swêdê û yên mayînra şandine.
Sargsyanê serok razîbûna xwe elamî serokên welata, parlamênta, teşkîletên civakaî, ruhanî û doranên zanistîyê kirîye, ku wana bi formatên cûre-cûre komkujîya Ermenî nas kirine û gunehkar kirine.
Nava nama ser navê serokê Fransîyayê Êmanûêl Makron, Sargsyanê serok bi taybetî daye dîyarkirinê: “Naskirina komkujîya Ermenî, tevbûna serokê Fransîyayêye tevî teşkîldarîya pêşkêşî sedsalîya komkujîyê, anegorî emirnivîsara We elamkirina 24-ê nîsanê çawa roja bîranîna cangorîyên komkujîya Ermenî careke mayîn derheqa aminayî û guhdarîya Fransîyayêye li ser qîmetîyên hemmerivatîyêye”.
Nava nama ser navê serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn, Sargsyanê serok daye dîyarkirinê: “Ermenîstan cedandinên Rûsîyayê û bi taybetî yên We, yên nava karê naskirin û gunehkarkirina komkujîya Ermenîda bilind qîmet dike. Naskirina komkujîyê, dêklarasîya derheqa naskirina 24-ê nîsanê çawa roja bîranîna cangorîyên komkujîya Ermenî, elametîya parlamênta Rûsîyayêye derheqa sedsalîya komkujîya Ermenîda, hazirîya Weye wextê teşkîldarîya pêşkêşî sedsalîya komkujîya Ermenî careke mayîn derheqa aminayî û guhdarîya Rûsîyayêye li ser qîmetîyên hemmerivatîyê didine dîyarkirinê”.
Nava nama ser navê serokê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî Co Baydên, Sargsyanê serok qirara herdu palatên kongirêsa Ştatên Yekbûîye sala 2O19-a, bilind qîmet kirîye û nivîsîye: “Li Ermenîstanê me bi razîbûn qebûlkirina rêzolyûsîya derheqa komkujîya Ermenîda, ya sala 2O19-ye ji alîyê palata Wekîlada naskirî qebûl kir, peyî kîjanêra qirara Sênatê bi yekdengî hate qebûlkirinê”. Bi gotina serokê Ermenîstanê, naskirina komkujîya Ermenî naskirina xirabkarîya dijî merivatîyê mîyaserkirî, dide kifşê: “Em gumanin, wekî gaveke bona îzinnedayîna sîyasîya komkujîye hema naskirin û gunekarkirina wê yekêye. Em hêvîdarin, wekî Hûnê wê gava Xweye bona heqîtîya dîrokî û îzinnedayîna komkujîyên nû careke mayîn îzbatkin”.
Nava namada, serokkomarê Ermenîstanê bi hêvîdarî elam kirîye, wekî şuxulkarîya navnetewîye naskirin û gunehkarkirina komkujîya Ermenî wê li temamîya dinîyayê alî îzinnedayîna xirabkaryên dijî merivatîyê bike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button