Sereke

Ji sedî zêdetir kongrêsmên bangî Baydên dikin ku komkujîya Ermenî naske

Ji sedî zêdetir endamên palata kongrêsa Ştatên Yekbûyî bangî Baydênê serok kirine ku wextê xeberdana xweye 24-ê nîsanê ew komkujîya Ermenî naske. Derheqa wê yekêda komîsîya data Ermenîye li Amêrîkayê elam kirîye.
“Bi naskirin û gunehkarkirina komkujîya Ermenî, tevî Sênatê û palata Wekîla, Qesira Sipî dikare nava vê hevtêda sedsala înkarkirinê ser hevda bîne û derbê bighîne cedandinên Tirkîyayêye bona înkarkirina îzbatbûna heqîtîyê”,-serokê komîsîya data Ermenî Aram Hambaryan gotîye. Ewî razalixî elamî Adam Şîfê kongrêsmên, teşkîla komîsîya kongrêsêye pirsên ermenî û wan hemûya kirîye, yên ku ev bang îmze kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button