Sereke

Himberîhevkirinên sîyasetên di navbera împêratorîya Osmanî, Tirkîya îroyîn û Adirbêcanêda ez çawa yên li ser hîmekî hesab dikim : Vîktor Nadêyîn-Rayêvskî

Pêşîya salvegera 1O6-a ya komkujîya Ermenî, sîyasîya Tirkîyayê, tevbûna Enqerêye tevî şerê Arsaxêyî dawî, usa jî derheqa qezîya pantûrkîzmêye dijî Rûsîyayê û Ermenîstanê Region Monitor -ê tevî serokê înstîtûta lêkolînên sîyasî û sosîyalî, yê herêma Behra Reş û Kaspîyê, xebatkarê înstîtûta lêkolînîye ser navê Prîmakov Vîktor Nadêyîn-Rayêvskî qise kirîye.

1.Ji îdêolojîyên serokatîya Tirkîyayêye niha yek jî îdêolojîya pantûrkîzmêye. Gelo em dikarin tevbûna Tirkîyayêye tevî şerê Arsaxê nava wê hemtêkstêda lê binihêrin? Heger usaye, wî çaxî Tirkîyayê dixwest çi pirsê helke?

-Tevbûna Tirkîyayêye tevî wê dew-dozê ez usa jî doktrîna pantûrkîzmêva didime girêdanê. Ew yek çevên wanda pêşkeftî bû, lê ne ku îdî bi cûrê împêratorîyê, çawa ku ew wededa bû, lê bi cûrê yektîyê.
Ya here sereke ku nehişt ku ew îdêolojîya bê mîyaserkirinê, ew bi rastî pirsa ermenîye ya ku dinîya tirka paraveyî li ser du beşa kir. Nenihêrî wî hemû tiştî, Ermenîstan sala 1921-ê bi peymana Moskvayê bû welatê serbest, wextê ku bolşêvîka piranîya topraxên ermenî dane tirka. Feqet, pirs ewe, wekî li wir hemû tişt hêsa nîbû.
Atatirk ji îdêolojîya pantûrkzîzmê paşda sekinî. Sala 192O-î, nava nama ser navê Lênîn, ewî nivîsîbû, wekî ew piştgirîya sovêtîzasîyakirina Adirbêcanê dike û wê yekê roleke mezin nava piştgirîya hindava bolşêvîkada lîst. Nivîskarên ermenî hindikî guhdarîyê didine ser wê yekê, lê ew yek bona bolşêvîka tiştekî girîng bû, çimkî wextê şorişa bolşêvîka ew pirs girîng bû. Li Nexçêvanê jî ew şuxulkarî pêşda diçû.
Komkujîya ermenî qewimî bû, ya ku hêna Atatirkda jî berdewam kir. Li hemû nehîyên Tirkîyayê serokatî tunebû. Atatirk sîyasîya berê pêşda dibir. Mesele, li împêratorîya Osmanî 31 komîsîya kar dikirin, yên ku bi tirkîzayîakirina ermenîya û yûnana mijûl dibûn. 29 komîsîyayên wî cûreyî jî hêna Atatirkda saz bibûn, yên ku hebûna ermenîya teslîmî welatîyên tirkîaxif dikirin. Feqet li hev nehat hetanî dawîyê cimeta ermenî bidine tunekirinê, Ermenîstana Sovyêtê pêşda hat, ya ku mînanî berê bona piştgirên pantûrkîzmê “hestûê gewirîyêda bû”. Îdêolojîya pantûrkîzmê kete plana dawî û serokatîya tirka hetanî şerê hemcîhanêyî duem guhdarî nedidane ser wê yekê.
Piştî şerê dawî, tirk gihîştine kêmbûna heyîna wî hestûyî. Qerebag îdî ne xaleke usaye, ya ku dinîya tirka paraveyî ser du beşa dike. Bi vî cûreyî, nava encamê binketina Ermenîstanê, Tirkîya gihîşte açixîyên kifş. Bi texmîn, pirsên diha mezin pêşîya wê hebûn, mesele, bi temamî Qerebagê bidine hildanê, bi binelîyên wêva tevayî. Hindik tişt dora wê pirsê, nava fikirên pantûrkîsta û miletçîyada hatine guhartinê. Hema nava pantûrkzîma yekbûyîda Êrdogane.Partîya miletçîtîyêye bi serkarîya Bahçêlî ya nêofaşîstîye.

  1. Nava hemtêksta gotina weda bona Ermenîstanê û cimeta ermenî qezîya heye?
    -Nava qewilên roja îroyînda heyîna Ermenîstanê û cimeta ermenî herroj nava qezîyayêdane. Niha îdêolojîya pantûrkîzmê pêşda diçe û hetanî ku ew berneme hebin, bona ermenîya ew qezîya wê hebe. Stratêcîya Êrdogan û Tirkîyayê nehatîye guhartinê. Nefikirin, wekî sîasîya tirkîyayê tenê li ser pantûrkîzmêye, na xêr, ew beşeke sîyasîya wane.
    Xêncî pantûrkîzmê usa jî îslamîzm heye. Li vir meremê Tirkîyaêyî sereke ewe, ku nava dinîya îslamêda bibe rêber, bi taybetî ji Rojhilata Navîn. Feqet ew xiyala Êrdogan myîaser nebû.
    Tirk bawar dikin, wekî împêratorîya Osmanî welatekî ecêb bû, kîjanî dikarin bidine dasekinandinê bona ku Tirkîya li ser topraxa împêratorîya Osmanîye berê bibe lîdêr. Ereb wê yekêra qayîl nînin.
    3.Nenihêrî wê yekê, wekî nevsên Rûsîyayêye derecebilind nava îdêolojîya pantûrkîzmêda qezîyayê nabînin, lê tabîya Tirkîyayêye nava pirsa Qirîmêda, xwestinên wêye girêdayî Qafqasîya Bakûrva gelo xemgînîyê pêşda naynin?
    -Bêguman, pantûrkîzm bona Rûsîyayê qezîyayê raber dike. 56 selefê têrîtorîya Rûsîyayê sûbyêktên miletîyêye otonomin. Piranîya wan cimetên tirkîaxfin, kîjana tirkên Tirkîyayê çawa yên xwe hesab dikin. Lê belê, tirkên Tirkîyayê gelek tişt fem nedikirin, ew li ser wê fikirê bûn, wekî mesele cimetên tirkîaxife li Rûsîyayê, tirkî diaxifîn, lê jîyanê ew yek îzbat nekir. Mesele, ji wana gelek tirkî fem nakin. Nenihêrî wê yekê, wekî ew cimetên tirkîaxifin, lê firqîya zimana li ber çevaye, derheqa çandêda îdî nabêjim. Li Rûsîyayê nava wan cimetada miletçîyên fanatîk jî hene, lê ew gelek nînin. Tirkên li cem me bona ziman, çanda xwe þerkarîyê dikin, lê ne ku bona yekbûnê. Li cem tatara jî wedekî fikirên wî cûreyî hebûn, lê ew “nexweşî” wededa hate altkirinê.
    -Rûsîya bi cûrê loyal wê yekê dinihêre?
    -Ne awqasî. Piştî şikyatên Êrdogan li Rûsîyayê medresên tirka hatine girtinê. Me ew girtin, çimkî hazirkirina xwendikarên li wir bernama mektebên rûsîva nîbûn. Li wir dîroka împêratorîya osmanî lêkolîn dikirin, tirkî hîn dibûn, lê ne dîroka Rûsîyayê. Fikirên fîlosofîye ku tirka li ber xwe derxistine, bernamên meye xwendinêva girêdayî nînin.Û xêncî wê yekê şuxulkarîya îslamîzasîyakirina binelîyên me diqewimî.Heja wî cûreyî heye, ya ku dighîje du mîlîon merivî, lê hinek dibêjin pênc mîlîon merivî. Fetûlah Gyûlên bi xwe şuxulkarîya wê hejê teşkîl dikir. Niha ew hej paraveyî ser şeş beşa bûye.
    Qedexekirina vî hemû tiştî gelekî dijware, lê li cem me hemû tiştî fem dikin. Çi ku derheqa parlamêntvanên Rûsîyayê û merivên başqedane, ew wê qezîyayê fem dikin, bi taybetî peyî wê yekêra, wextê ku hevaltîya tirkaye têlêvîzîyonê ew xerîta eyan belav kiribû.
    4.Van roja 1O6 salîya komkujîya Ermenî demam dibe û doranên Ermenîstanêye cuda-cuda himberîhevkirina di navbera seyasetên îmêratorîya Osmanî, Tirkîya îroyîn û Adirbêcanê dikin. Gelo hûn li ser wê fikirêne?

-Heger alîkî xirabkarîya sedsala derbazbûyî gunehkar nekirîye, usaye ew xirakarî dikare biwekile. Belê, cêribandina Êrdogane nava pirsa xwemikurhatina xirabkarîya kal û bavada me dît.Ew yek sala 2O14-a qewimî, wextê ku ewî nava axaftina xweda da kifşê û baxşandin ji cimeta ermenî xwest, ew barbarî qebûl kirin, yên ku wededa qewimîne. Lê sala 2O15-a Êrdogan hemû tişt kir, ku teşkîldarîyên pêşkêşî komkujîya Ermenî bide teribandinê.Ez bêjim wekî tirka ne tenê ermenî, lê usa jî yûnan û aşûrî qetil kirine. Eva bernameke barbarîye berfireh bû.
Ez têra dibînim, wekî Ermenîstan gerekê wan bûyarên xirab bîr neke.Bi hesabhildana wê yekê,wekî Tirkîya ne împêratorîya Osmanîye, Enqerê dikaribû bigota, wekî ew xirabkarîya serokatîya berê bû, ya ku roja îroyîn Komara Tirkîyayêva girêdayî nîne, lê wana ew yek jî nekir.
Bi vî cûreyî, hal tê xweyîkirinê û ew yek xemgînîye. Hetanî ku Tirkîya xirabkarîya berê qewimî nas neke, ew pêşeroja Enqerê wê tunebe, bona kîjanê cimeta tirk hêvîdare.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button