Sereke

Naskirin û gunehkarkirina komkujîyê gerekê barbarîyên nû bide sekinandinê: serekwezîrê Ermenîstanê

Girêdayî 1O6-salîya komkujîya Ermenîra, serekwezîrê Ermenîstanê bi axaftin pêşda hatîye. “Armênprêss”-ê axaftina serekwezîr raber kirîye:
“Welatîyên hizkirî,
Roja îroyîn, bi dehsalîya ser hev, em bîranîna cangorîyên komkujîya Ermenî didine kifşê.Em borcê xweyî qedirgirtinê, yê bona bîranîna mîlîyon nîvek cangorîya diqedînin. Ew yek wî çaxî ji alîyê welatên mezinda, çawa xirabkarîya dijî merivatîyê hate qebûlkirinê. Hezar sal jî derbazbin, em, ermenî, emê dîsa wê yekê bîr bînin û îzinê nedine dinîyayê ku bîrkin, wekî 24-ê nîsana sala 1915-a rewşanbîrên Ermenîstana Rojavayê hatine girtinê û kuştinê.Cimeta ermenî ji mafê jîyîna xweye li welatê xwe miqûf ma. Ew hate qetilkirinê û ji welêt hate deranînê, zyaneke mezin ket. Zyaneke mezin jî gihîşte çand û kûltûra cimeta me.
Tevî me usa jî yûnanên Pontonsê, aşûrî û êzîdî ji welêt miqûf man. Ew cimetên bona ermenîya bira jî hatine qetilkirinê û ji mafê jîyîna li welatê xwe miqûf man.
Kî bûn ew gunehkarên wan xirabkarîya, kî bûn cabdarên wan kirina? Bersiv li ber çevaye: hukumata împêratorîya Osmanîye tirkên cahil, bi îdêlojîya tirkîzmê û pantirkîzmê.
Hêna şerê hemcîhanêyî duem, bi serkarîya partîya Almanîyayêye nasîstîyê, komkujîya cimeta cihû hate mîyaserkirinê. Şeş mîlîon cihû bûne cangorîyên holokostê. Piştî şêr ew barbar li ber edaletê sekinîn û cezayê layîq stendin. Ew îdêolojîya jî hate gunehkarkirinê, bi kîjanê ew dihatine rêberkirinê. Nasîzm bi heqîtî çawa îdêolojîya xirabkar hate qebûlkirinê, û roja îroyîn tu kes derheqa parastina wê yekêda turuş nake bêje.
Nava dîrokêda ew yek bona ermenîya neqewimî. Berê ewlin, destpêka sedsalêda mêxanîzmên edaletêye wî cûreîye hazir tunebûn, yên ku wê bona wan barbarîya li ber edaletê bisekinîyana. Qet xebera komkujî tune.
Cimeta ermenî nava dehsalîyên ewlinda nikaribû ew yek bikira, ewana hê birînên xwe qenc dikirin û sîstêmên miletîyê didane sekinandinê.
Dîyaspora ermenî karibû pirsa naskirina komkujîyê li dinîyayê bide bilindkirinê. Ew yek piştî şerê hemcîhanêyî duem qewimî.Wî çaxî pantûrkîzm çawa paşeroja dîrokê dihate hesabê. Komkujîya Ermenî û îdêlojîya ku ew yek çê kir, bê ceza man. Xirabkarîyên ku bêceza dimînin û ew îdêolojîyayên ku piştgirîyê li wê yekê dikin, dikarin careke mayîn pêşda bên.
Şerê Arsaxêyî duem, agrêsîya azêrîya-tirkaye dijî cimeta ermenî, sîyasîya Tirkîyayêye der, gefxwerinên hindava topraxên Ermenîstanê, şedetîya îdêolojîya komkujîyê didin.Propaganda dijî ermenîya dikeve nava pantûrkîzmê, lê kifşbûna wê yekê em îro bi kirinên serokatîya Adirbêcanê dibînin.
Gelo bersiva meye hindava vê qezîyayê gerekê çibe? Tenê Ermenîstana wedê niha û tifaqdarên wêye qewat, ya ku li ser prînsîpên dêmokratîyayê û qanûnê hatîye sazkirinê, dikare bersiva wê yekê bide. Tenê gunehkarkirina wê xirabkarîyê dikare xirabkarîyên pêşerojê bide sekinandinê û em naskirina komkujîya Ermenîye ji alîyê welatên dinîyayêye cuda-cudada bilind qîmet dikin.
Vê gotinê meriv nikare cûrekî mayîn şiroveke, lê wê yekê hesabke çawa înkarkirina dîyaloga herêmî. Em hazirin, lê dîyaloga ku em têra dibînin nikare ji tabîyên qewatê derbazbe. Ew dikare tenê bi prînsîpa wekehevtîyê derbazbe. Emê tu cara bûyara komkujîya Ermenî nekine bin pirsê û bila tu kes nefikire ku diqewime ermenîkî Ermenîstanê, yan jî dîyasporayê wê xayîntîyê hindava bîranîna cangorîîya bike û bibe gunehkarê komkujîya Ermenî. Naskirina komkujîyê û gunehkarkirina wê gerekê barbarîyên nû bide sekinandinê.
Welatîyên hizkirî,
24-ê nîsanê dema fikirmîşbûna derheqa paşeroj û pêşeroja cimeta meye, xwenaskirin, qîmetkirina hêz û kirinên meye. Fikira here girîng ewe, wekî gavên dijî cimeta meye nava sedsala derbazbûyîda îro jî hene. Şerê Qerebagêyî duem şedetîya wê yekê bû. Ermenîstana bi êkonomîka pêşkeftî, bi sîstêma bêqezîyabûnê û sîyasîye wedê niha, ya ku wê temamîya ermenîya berevî dora xwe bike, dikare li ber gavên wî cûreyî ber xwe bide”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button