Sereke

Nivîskarê tirk: miletçîtîya meye barbar wê xilaz nebe, hetanî ku tevî komkujîya Ermenî rû bi rû nesekinin

Pêşîya 1O6-salîya komkujîya Ermenî, Ermenihaber.am-ê tevî nivîskar û wargervanê tirk Mûrad Ûyûrkûlak qise kirîye.
Xwendevanê ermenî wê bikaribe bi saya berevokên gotarên pêşkêşî Hrant Dînk nasîya xwe bide vî nivîskarî, yên ku bi zimanê ermenî hatine tercimekirinê û zûtirekê wê li Ermenîstanê bêne çapkirinê.
-Naskirina komkujîya Ermenî û gunehkarkirina komkujîyê wê çi bide civaka tirka û kemala wê wê çi cûreyîbe?
-Komkujîya Ermenî ji wan govekaye, li kîderê me nikaribûye hiznekirina xwe, heyfhildan û xirabkarîya xwe bidine veşartinê. Miletçîtîya barbar, ya binelîyên Tirkîyayê nikare bê hildanê, hetanî ku ew tevî wê xirabkarîya dîrokî rû bi rû nesekinin.
Heger em dixwezin welatekî sîvîlîzasîyon, gulvedayî, dêmokratîk çêkin, em gerekê ese tevî komkujîya Ermenî rû bi rû bisekinin. Em gerekê derheqa wê pirsêda bifikirin, ku bona çi ji miletê ermenîyî du mîlîyonêyî pêşîya sala 1915-a, piştî deh sala qet navên wan jî neman. Ev xemgînî ew xeleqe, ya ku dikare me merivatîyêva bide girêdanê.
-Piştî hilbijartina Co Baydên, ew hetanî roja îroyîn tevî Êrdogan ne bi têlefonê xeberdane, ne jî rastî hevdu hatine. Bi hesabhildana sertbûna di navbera Tirkîyayê û Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyîda, hûn çi difikirin, Baydênê nava axaftina xweye 24-ê nîsanêda xebera “komkujî” bide xebatê?
-Ez nafikirim, wekî Baydên yan jî lîdêrekî Rojavayêyî mayîn dikarin bêsûcbin. Feqet her naskirineke girêdayî komkujîya Ermenîra, qebûlkirina wê yan jî her qirareke girêdayî naskirina ji alîyê Tirkîyayêda ez çawa gaveke baş qîmet dikim.
-Bi fikira we, li Tirkîyayê qewatên sîyasî hene, yên ku wextê ku serokatîyê hildine destê xwe, dewsa înkarkirina komkujîya Ermenî wê rîya naskirinê bibijêrin?
-Vî alîda “Partîya Tirkîyayêye karkira “Rêyeke mezin derbaz bûye, endamê kîjanê ezim, usa jî “Partîya Dêmokratîk, ya Gela”, endamê kîjanê ez berê bûme.
-Hêna partîya Desthilatdar, ya AKP, hiznekirina hindava ermenîya, sîyasîya rasîstî wê kûrbe yan zeyîfbe?
-Ez nafikirim, wekî ji alîyê partîya Desthilatdarda dikare tiştekî saxlem bibe. APK bona parastina desthilatdarîya xwe hemû tiştî dikare bike.Ez nafikirim, wekî ew serokatîya nekardar dikare karê bide cimetên Tirkîyayê. Ji alîyê vê desthilatdarîyêda hemû qirarên tunekirinê dikarin bêne qebûlkirinê.Ev serokatî bêruhe, nexwendî û barbare.
-Hûn pêrspêktîvên çawa nava heleqetîyên Ermenîstîanê û Tirkîyayêda dibînin?
-Ez bi berfirehyî vê pirsê dinihêrim.Pirsgirêkên tu miletekî tevî miletekî mayîn tunene. Bi taybetî ew milet, xwerinên kîjana, reqas, stiran, çev, birî mînanî hevin, bona li hevhatina wan qedexe tunene.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button