Sereke

Serokê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî Co Baydên komkujîya Ermenî nas kir

Serokê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî Co Baydên girêdayî 1O6-salîya komkujîya Ermenîra xebera “komkujî” nava axaftina xweda da xebatê.
“Hersal evê rojê em jîyana wan hemûya bîr tînin, yên ku wextê komkujîya Ermenîye zemanê osmanî bûne cangorî û em borcdarîyê hildidine ser xwe ku barbarîya wî cûreyî newekile. Em qedirê cangorîyên komkujîya mezin digrin, bona ku ew xirabkarî tu cara neyêne bîrkirinê”,- nava axaftina serokê Ştatên Amêrîkayêye Yekyîda hatîye gotinê.
Baydênê serok, bi vî cûreyî sozê xweyî pêşîya hilbijartina qedand û bû serokê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyîyî ewlin, yê ku komkujîya Ermenî naskir.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button