Sereke

Tirkîya nikare rûpelên dîrokê bide feşkirinê: dinîya dide kifşê, wekî komkujîya Ermenî qewimîye û gerekê bê gunehkarkirinê

Komkujîya ermenî li împêratorîya Osmanî bi serkarîya partîya tirkên cahil hatîye teşkîlkirinê, nava encamên kîjanêda ji sala 1915-a hetanî sala 1923-a binelîyên qezayên împêratorîya osmanî, nava wanda binelîyên ermenîye li Ermenîstana Rojavayê hatine cîşihitandinê û qetlkirinê. 24-ê nîsana sala 1915-a, dema ku li Konstandnûpolsê nêzîkî 235 rewşanbîrên ermenî hatine girtinê, hatîye elamkirinê çawa roja bîranîna cangorîyên komkujîya Ermenî.
Hetanî roja îroyîn bi her cûreyî Tirkîya dicêribîne komkujîya Ermenî bide înkarkirinê. Tirkîya mecalên mezin bona kirinên civakî xerc dike û pêşkêşkirina dike, dicêribîne rûpelên dîrokê bi ulmî bide feşkirinê û piştgirîya wê tabîya înkarkirinê bide berfirehkirinê. Wextê ku parlamênt û hukumatên welatên cuda-cuda gotûbêjkirina girêdayî naskirina komkujîya Ermenîra bikin, Tirkîya bi teribandina pêwandîyên dîplomatî û kirîn-frotanê gefa duxwe.Bona ku rêça heyîna ermenîyaye fîzîkîye li ser têrîtorîya Tirkîyayê bê hildanê, li wir bere-bere heykelên arxîtêktûra ermenî tên tunekirinê.
Komkujîya Ermenî bi şedetîyên şeda, qanûna, rêzolyûsîya û bi qirarên teşkîletên navnetewîye cuda-cuda hatîye naskirinê û îzbatkirinê. Ew ji alîyê Şêwira Avropayê, Avroparlamêntê, çend komîsîyayên Organîzeya Netewên Yekbûyî, yektîya dêrên hemdinîyayê, parlamênta Mêrkûsûrê, ya ku teşkîleteke Amêrîka Başûre mezine, û usa jî gelekên mayînda hatîye qebûlkirinê. Ji 3O-î zêdetir welatên dinîyayê komkujîya Ermenî nas kirine û gunehkar kirine.
Piştî Holokostê nava dîrokêda komkujîya Ermenîya bi dereca lêkolînbûna xwe, ya dueme.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button