Sereke

Dema ku Adirbêcan nêzîkbûna normal nîşande, wî çaxî wê mecal hebe ku derheqa peymana aşîtîyêda bifikirin

Dema ku Adirbêcan nêzîkbûna normal nîşande, wî çaxî wê mecal hebe ku derheqa peymana aşîtîyêda bifikirin. Derheqa wê yekêda sêkrêtarê şêwira Ermenîstanêye bêqezîyabûnê, Armên Grîgoryan gotîye. Bi gotina wî, konflîktê nikarin bi xebitandina qewatê helkin.
“Îlona sala 2O2O-î, serokatîya Adirbêcanê prînsîpeke hîmlî teriband, anegorî kîjanê gerekê qewat nehata xebitandinê.Prînsîpên bi saya hevraqayîlkirî hene, li ser kîjana gerekê pirsgirêk bê helkirinê. Elîyêv ne tenê wê yekê înkar dike, lê dicêribîne bi hemû mecala dijminatîya di navbera herdu cimetada bide kûrkirinê.Mesele, ewî wa gotî “park” vekirîye, elametîyên bêfikire derheqa Zangêzûrêda belav dike, mîrata ermenîye ruhanî û çandîye li ser têrîtorîya Arsaxêye okûpasîyakirî tune dike. Ew ne tenê heykelên ermenî, lê usa jî heykelên pêşkêşî qehremanên şerê Wetenîyêyî Mezin xirab dike. Nava van qewilada, meriv dikare derheqa peymana aşîtîyêda bifikire?”,-Grîgoryan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button