Sereke

Naskirina komkujîya Ermenî ji alîyê serokê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyîda çi dikare bide?

Nava nama ser navê serokê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî Co Baydên, yê ku komkujîya Ermenî nas kirîye, Nîkol Paşînyanê serekwezîr daye dîyarkirinê, wekî ew yek piştgirîya mezin dide peyîhatîyên cangorîyên komkujîya Ermenî.Ewî daye dîyarkirinê, wekî naskirin usa jî pirsa bêqezîyabûnêye, bi taybetî bi hesabhildana bûyarên sala derbazbûîye li herêmê.
Bi dayîna bersiva wê pirsê, ku gelo katibê Organîzeya Netewên Yekbûyî hazir dibe komkujîya Ermenî naske, wekîlê organîzeyê Dyûjarîk gotîye, wekî heger komkujî pêşîya sazbûna Organîzeya Netewên Yekbûyî qewimîne, ew li mehkema tên naskirinê. Dêmek, mecal çê dibe ku bona pirsa naskirina komkujîyê berbirî mehkemê bibin.
Derheqa wê yekêda,wekî prosêsên mehkemê wê destpêbin, wekîlê byûroya partîya Daşnaksûtyûnê Hakob Têr-Xaçatryan gotîye. Hetanî niha bona mafê hebûnê, prosêsên mehkemê li ŞAY rastî naskirina komkujîyê dihatin. Niha mehkeme borcdarin komkujîyê çawa bûyara qewimî qebûlkin û ew yek dikare prosêsên mehkema zêdeke.
Bêguman, ew yek bona Tirkîyayê derbeke bi êşe, çimkî naskirina komkujîyê şedetîya wê yekêye, wekî Komara Tirkîyayê li ser wê topraxê saz bûye, li kîderê binelîyên ermenî bi zanebûn hatine qetilkirinê û cîşihitandinê.Wezîrê Tirkîyayêyî karên der Çaûşoglû elam kirîye, wekî ew elametîya Baydênra qayîl nînin, lê ew yek tu tiþtî naguhêre.
Çi ku derheqa hukumê bêqezîyabûnêdane, çawa ku Nîkol Paşînyan nivîsîye, ew yek Ermenîstanêva girêdayîye. Gelo hukumata Ermenîstanê hesab dike, wekî naskirina komkujîyê ji alîyê Baydênda piştgirîya bêqezîyabûn û serbixwetîya Ermenîstanêye, derheqa kîjanêda nevsên amêrîkîye derecebilind dibêjin?

Zêdetir nîşan bide
Back to top button