Sereke

Serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan pêşîya hilbijartinên parlamêntê ji qulixa xwe dûr ket

Serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan pêşîya hilbijartinên parlamêntê ji qulixa xwe dûr ket.Derheqa wê yekêda, ewî bi têlêvîzîyonê, zêndî elam kir.
Paşînyan bîr anî, wekî anegorî encamên gotûbêjkirinên tevî serokên fraksîyayên parlamêntê, usa jî serokkomarê Ermenîstanê, 2O-ê hezîranê gerekê hilbijartinên parlamêntê derbazbin.
Anegorî konstîtûsîya Ermenîstanê hilbijartinên ji wede zûtir wî çaxî derbaz dibin, dema ku serekwezîr ji qulixê dûr dikeve û parlamênt du cara serekwezîr nabijêre. Peyî vê yekêra parlamênt tê belavkirinê û hilbijartinên parlamêntîyêye ji sirêder derbaz dibin.
“Bona ku 2O-ê hezîranê hilbijartinên parlamêntîyêye ji wede zûtir derbazbin, ez ji qulixa serekwezîrê Ermenîstanê dûr dikevim”,-Nîkol Paşînyan gotîye.
Serokkomarê Ermenîstanê derheqa dûrketina hukumatê emirnivîsar îmze kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button