Sereke

Garo Paylan projeya naskirina komkujîya Ermenî raberî serokatîya Miclîsa Tirkîyayê kirîye

Endamê partîya Dêmokratîk, ya Gela, parlamêntvanê ermenî Garo Paylan proje raberî Miclîsa Tirkîyayê kirîye, bi kîjanê pêşnîyar dike ku komkujîya Ermenî naskin, navên cabdarên komkujîyê ji cîhên civakî bidine dûrxistinê û guhartina bikine nava qanûna derheqa welatvînîya Tirkîyayê.
Çawa ku rojnama Stembolêye “Akos”-ê nivîsîye, nava projeya raberkirîda tê dîyarkirinê, wekî parlamênta Tirkîyayê gerekê cabdarîyê hilde ser xwe, bona ku komkujî bi navê rast bê navkirinê. “Xirabkarîya mezin gerekê ji alîyê parlamênta Tirkîyayêda bê naskirinê û zyankêşên komkujîya gerekê piştî 1O6 sala bighîjine heqîtîyê”,- nava projeyêda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button