Sereke

Bi fikira pêşezanê rûs, li Qafqasîyayê pêrspêktîva qewînbûnê û pêşdaçûyîna êkonomîkî vebûye

Cîhwarkirina koma aşîtîparêzên rûse li Qerebagê garantîyayê dide bêqezîyabûnê û li Qafqasîya Başûr pêrspêktîva qewînbûn û pêşkeftina êkonomîkî vedibe.Derheqa wê yekêda xebatkarê înstîtûta lêkolînî, ya akadêmîya Rûsîyayêye zanistîyê, doktorê ulmên dîrokî, Alêksandr Krîlov gotîye.
Bi gotina wî, pêşdaçûyîna êkonomîkî wextê vekirina sînora, çêkirina sivderên transportêye nû, xebitandina rêsûrên avêye li ser çemê Erez dikare bibe.
“Lê belê, cêrge faktorên global û herêmî hukum dikin, yên ku îzinê nadin, ku pêrspêktîvên pêşkeftina li Qafqasîya Başûr bêne kifşê. Bi wê yekêva tevayî, li ber çevaye wekî halê navnetewî serte, heleqetîyên Rûsîyayê tevî ŞAY û welatên Rojavayê sertin, bo wê yekê jî wê dijwarbe, ku halê li Qafqasîya Başûr bidine qewînkirinê”,- Krîlov gotîye û serda zêde kirîye, wekî vî cûreyî dikarin dew-doz û şerên nû pêşda bên.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button