Sereke

Hiqûqzanê tirk:” Ew yek komkujî bû: bi xwendina dokûmênta Lêmkîn, tiştekî mayîn nikarim bêjim

Girêdayî 1O6- salîya komkujîya Ermenîra, Ermenihaber.am -ê tevî şayîrê tirk, nivîskar û advokat Akîf Kûrtûlûş qise kirîye.
-Naskirina komkujîya Ermenî û gunehkarkirinê çi bide civaka tirka û ew yek bona pêşerojê bi çiva dikare girîngbe?
-Ez difikirim, wekî dewsa gotina “civaka tirk” gerekê xebera ” Tirkîya” daynin, çimkî xêncî wê yekê, wekî li Tirkîyayê tenê tirk najîn, wextê komkujîya Ermenî usa jî destê kurda û çêrkêza nava xwînêda bûne.
Naskirina komkujîyê û gunehkarkirina wê, tenê bi rû bi rû sekinandina tevî paşerojê dikare bibe.
24-ê nîsana sala 1915-a, şuxulkarîya destpêkirî, ya bi sirgûnkirina rewşanbîrên ermenîye li Stembolê, ez çawa ” komkujî” nav dikim. Çawa hiqûqzan ez nikarim fikireke başqe raberkim, dema ku ez dokûmênta Lêmkîne ji alîyê Organîzeya Netewên Yekbûyîda îzbatkirî dixwînim. Feqet vê yekê ew welat gerekê bêje û qebûlke, yê ku ew barbarî mîyaser kirîye.
Çimkî dokûmênta Lêmkîn bona wan welata qewata borcdarkirinêye, kîjana ew îmze kirine. Komara Tirkîyayê nikare bêje: ” Ew qetlkirin împêratorîya Osmanî mîyaser kirîye û ez wê yekêva girêdayî nînim”. Çimkî peyîhatîya wê ewe.
Komara Tirkîyayê heyîna xwe li ser du barbarîyên mezin çêkirîye: komkujîya Ermenî û înkarkirina kurda, yên ku tevî wan bûne.Bêyî aşîtîya tevî kurda, bêyî naskirina komkujîya Ermenî û rû bi rû sekinandina tevî encamên wê yekê, Tirkîya nikare bighîje tu tiştî û em, binelîyên vî welatî, tu cara nikarin nava aşîtîyêda bijîn.
-Bi fikira We, sîyasîya Enqerêye înkarkirinê hetanî kengê û hetanî kîderê dikare dirêjbe?
-Nizanim. Derheqa vê pirsêda ez rast haj pê tuneme ku bikaribim tiştekî bêjim. Ez fem dikim, wekî Dîyaspora ermenî û Ermenîstan 24-ê nîsanê bona “tengavkirina” Tirkîyayêye nava heleqetîyên navnetewîda didine xebatê. Feqet bona min 24-ê nîsanê tiştekî cudaye û ew yek layîqî dîplomatîyê û qurbankirina berjewandyên navnetewî nîne.
Mesele, min behs xwendine, wekî Baydênê komkujîyê naske. Pêşda Obama dewsa xebera “gênosîd”, têrmîna “Xeza mezin” dabû xebatê.
Çi ku derheqa Enqerêdane, rêjîma niha wê hetanî wî çaxî înkarke, çiqas jêra li hev bê. Lê heger qebûlke, emê îdî Tirkîyake başqeda bijîn.

-Gelo qewatên sîasîye usa li Tirkîyayê hene, yên ku heger bên û komkujîya Ermenî naskin, lê ne ku înkarkin?
-Hene. Nava meydana sîyasîda niha tenê partîya HDP-ê heye. Bi fikira min, HDP bona pêşeroja Tirkîyayê qewateke sîyasîye girînge. Hema bona wê yekê jî wê partîyayê dizêrînin.
-Hêna Êrdogan dijminatîya dijî ermenîya, sîyasîya rasîstî wê milahîmbe, yan kûrbe?
-Bi gotina Êrdogan, fikira 24-ê nîsana sala 1915-a wextê şerê hemcîhanêyî Ewlin ditemire. Bo wê yekê jî ez hêvîdar nînim, wekî sîyasîya rasîstîyê wê kêmbe.
-Nava heleqetîyên Ermenîstanê û Tirkîyayê, cimeta ermenî û cimeta tirkda hûn pêrspêktîvên çawa dibînin?
-Mixabin, nava wedê nêzîkda hêvîyên mine usa tunene.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button