Sereke

Komîsîya YÛNÊSKO-ye miletîyê: kirinên Bekûyê dijî ermenîya heyfhildana sîvîlîzasîyone

Tunekirina mîrata ermenîye li têrîtorîyayên okûpasîyakirî mînanî heyfhildana sîvîlazîyone dijî ermenîyaye. Derheqa wê yekêda sêkrêtarê komîsîya YÛNÊSKO-ye li Ermenîstanê Arman Xaçatryan gotîye.
Komîsîyayê pirs ji 28-ê îlona sala 2O2O-î bilind kirîye. Bi gotina Xaçatryan, Bekû dibêje, wekî dêrên ermenî giva yên albanane. Feqet li ber çevaye, wekî ew dêr Adirbêcanêva girêdayî nînin. Ewî bîr anîye, wekî piştî şerê sala 2O2O-î, serokê YÛNÊSKO-ê mîsîya şandîye Qerebagê.
“Ew pêşnîyar ji alîyê Ermenîstanê, Qerebagê, civaka navnetewîda layîqî begemîyê bûye, lê Adirbêcan bi her cûreyî dicêribîne wê înîsîyatîvayê bide sekinandinê”,-Xaçatryan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button