Sereke

Pirsgirêka Qerebagê gerekê bê helkirinê: bayloza ŞAY-ye li Ermenîstanê

Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî li ser wê armancêye, ku pirsgirêka Qerebagê û pirsa merivên cîşihitî wê bê helkirinê. Derheqa wê yekêda bayloza Ştatên Amêrîkayêye Yekbûîye li Ermenîstanê Lîn Trêysîyê gotîye radîoya “Azadî”-yê.
Bi gotina baylozê, Rûsîyayê roleke girîng nava sekinandina şêrda lîstîye, lê nenihêrî wê yekê ku şer sekinîye, niha kirinên konkrêt gerekê bêne mîyaserkirinê, çimkî pirsên gelekî girîng hene, kîjana gerekê helkin: nava wanda pirsa statûsa Qerebagê û usa jî pirsa merivên cîşihitî. Bi gotina wê, ŞAY mecala hevkarîya tevî Ermenîstanê dibîne, nava wanda usa jî ya nava goveka bêqezîyabûnêda.
“Ew yek tenê bêqezîyabûna Qerebagê nîne. Hevtîya derbazbûyî ez çûbûme qeza Syûnîkê, li kîderê min encamên şêr dîtin. Li ser rîya hîmlî min leşkerên ermenî, azêrî û rûs dîtin, çimkî sînor wirva derbaz dibe. Ez rastî merivên cîşihitî hatim, yên ku hewcê alîkarîyêne.Ez bawarim, wekî ji alîyê dostên Ermenîstanêda wê gavên întênsîv pêwîstbin. Yektîya Avropayê tevî wê şuxulkarîyê dibe û hazir dibe bona piştgirîya Ermenîstanê û qewînbûna herêmê tevî wê yekê bibe”,-baylozê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button