Sereke

Şêwira data Ermenî binçevkirinên endamên HDP-ye ji alîyê serokatîya Tirkîyayêda gunehkar dike

Şêwira data Ermenî bi elametîyêva binçevkirinên endamên HDP-ê, yên ji alîyên serokatîya tirkada gunehkar kirîye û daye dîyarkirinê, wekî Tirkîya hindava opozîsîyonêrên nava parlamêntêda binçevkirina mîyaser dike.
“Li Tirkîyayê prosêsa mehkemê dijî 1O8 syasetmedara destpê bûye. Hindava wanda 29 gunehkarkirinên cuda-cuda hatine pêşdakişandinê, nava wanda cêribandina kuştinê, belavkirina propaganda têrorîzmê û derketina dijî dewletê. Mehkemê bona 38-a cezayê girtina heta-hetayê têra dibîne û alîyê ku gunehkar dike, bi tomerî hildayî, dewa girtina 1968O salî dike. Girêdayî van bûyarên Tirkîyayêra, em nerihetin, yên ku dijî syasetmedarane. Em piştgirîya xweye hindava HDP-ê elam dikin, ya ku ber wan zordarîya ber xwe dide. Em dibêjin, wekî protêstokirinên bona piştgirîya Kobanê nikarin bên gunehkarkirinê. Li temamîya dinîyayê bi mîlîona meriv dijî DAÎŞ-ne, lê em jî dijî sîyasîya Êrdogane bona gunehkarkirina protêstokirinên dijî bûyarên Kobanêne”. Li parlamênta Tirkîyayê HDP partîya tek-tenêye, ya ku bang dike ku komkujîya Ermenî bê naskirinê,- nava elametîyêda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button