Sereke

Baylozê Vatîkanê, wextê hevdîtina tevî Barzanî halê dînîye li Kurdistanê bilind qîmet kirîye

Baylozê Vatîkanêyî li Îraqê Mîtya Lêskovar rastî lîdêrê kurd Mesûd Barzanî hatîye, wextê kîjanê ewî pesinê Kurdistanê daye û daye dîyarkirinê, ku li Kurdistanê dînên cuda-cuda hene û hemû meriv bi hevra nava aşîtîyêda dijîn. Lêskovarê bayloz razalixî elamî Barzanî kirîye bona wê yekê, ku ew dicedîne ku komên êtnîkîye li Kurdistanê û merivên ji dînên cuda-cuda pêşda herin.Ewî gotîye, wekî ev yek bûye menî, bona wê hêvîdarîyê, ya wextê seredana Papê Romayêye li Fransîyayê. Derheqa seredana Papê Romayêda, Mesûd Barzanî daye dîyarkirinê, wekî ew seredan ya dîrokî bû û wê yekê şabûn ne tenê bona dîyaspora Mesîhîya, lê bona temamîya cimeta Kurdistanê pêşda anîye. Mesûd Barzanî daye dîyarkirinê, wekî li Kurdistanê bona zordarîya dînî cîh tune.
Seredana wekîlê Vatîkanêyî li Kurdistanê, ya fermî 7-ê adarê bû, dema ku Papê Romayê hate Hewlêrê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button