Sereke

Parêzerê Arsaxêyî mafên mêriv bangî sîstêmên navnetewî dike, ku mêxanîzmên zelal dijî kirinên Adirbêcanêye neqanûî bidine xebatê

25-ê nîsanê alîyê azêrîya îzin nedaye, ku 25 bawarmendên ermenî herine Dadîvankê, li kîderê gerekê teşkîldarîya dêrê derbazbûya. Derheqa wê yekêda parêzerê Arsaxêyî mafên mêriv Gêgam Stêpanyan elam kirîye.
“Bi wî cûreyî leşkerên azêrî xwestine şuxulkarîya dêra ermenî bidine teribandinê. Bi vê yekê pevketinên destanî hatine teribandinê.
Maf û azayên ayîna dîn bi dêklarasîya mafên mêriv û dokûmêntên navnetewîye mayîn, hatine pêşdakişandinê.
Adirbêcana ku xwe hesab dike çawa welatekî bi pircûretîya çandî û dînî, normên navnetewî hesab hilnade, hemû qîmetîyên cimeta ermenîye çandî û ruhanî tune dike, hemû nivîsarên ermenî û rêçên ermeîya dide tunekirinê”,-parêzerê Arsaxêyî mafên mêriv gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button