Sereke

Piştî sala 1915-a sedsalek derbaz bûye: cimeta ermenî careke mayîn rastî komkujîya çandî tê

Sala 2O21-ê cimeta ermenî mînanî salên derbazbûyî dîsa cangorîyên komkujîya Ermenî bîr anîn. Hema ji wî çaxîda jî, ji sala 1915-da, Tirkîyayê komkujîya çanda ermenîya hetanî niha mîyaser kirîye.Piştî şerê dijî Arsaxê, tê bêjî dîrok careke mayîn diwekile. Li ser wan topraxa, li kîderê kontrola Adirbêcanê îzbat bûye, çanda ermenî û mîrata dîrokî tê wêrankirinê. Vê yekê li cem ermenîya tirs pêşda anîye, wekî piştî cîşihitandinên ermenîya, mîrata ermenî wê mînanî sedsala derbazbûyî bê tunekirinê.
Piştî komkujîyê, li bajarên Tirkîyayêye cuda-cuda û li welatê ermenîyaye dîrokî, sîyasîya undakirina rêça cimeta ermenî hatîye mîyaserkirinê. Anegorî xebatên hesabkirinê, zelal dibe, wekî hetanî komkujîya li împêratorîya Osmanî, li Ermenîstana Rojavayê ji 46OO-î zêdetir dêr , mekteb, megber û xestexwene , hebûne. Piranîya wan heykela hatine tunekirinê û ew yek nava encamê sîyasîya Tirkîyayêye sedsalada hatîye mîyaserkirinê.
Dêrên ermenî bi zanebûn hatine tunekirinê, yan jî çawa hebûn teslîmî şexsa kirine, lê dêrên ji gunda dûr usa mane û bere-bere xirav bûne. Pareke wan jî çawa avayî hatine xebitandinê.
Nava karê wêrankirina çanda ermenîda, merivên ku xizna dingerin, karê xwe dane kifşê. Bi meremê dîtina zêra, dêrên ermenî, megber û malên ji ermenîya mayî xirab kirine. Hinek cîya, li Tirkîyayê bi dereca dewletê bona sazkirina atmosifêra çêkirinê du-sê cîya îdarên ruhanî hatine dasekinandinê.
Mesela wî cûreyî dêra ermenîye li gola Wanêye, ya ku hatîye dasekinandinê û ew yek gava sîyasî û ya propagandayê bû, lê meremek jî ew bû, ku xirabkirina bi hezara dêra bin vê gavêda veşêrin. Bi vî cûreyî Tirkîyayê ew xala peymana Lozanêye sala 1923-a teribandîye, bi kîjanê Tirkîyayê borcdarî hildaye ser xwe, ku wê avayên netewên kêmjimare ruhanî û çandî xweyke û bide dasekinandinê. Li Tirkîyayê mehelên ermenîyaye li Mûşê û Malatîyayê hatine wêrankirinê, avayên ermenîye ku sekinîne, yan jî dêrên nîvsekinî derxistine frotanê.
Bi vê meselê, Adirbêcan piştî şerê sala 2O2O-î wê yekê mîyaser dike. Ew hema wê destnivîsarê raber dike, ya ku Tirkîyayê dijî ermenîya da xebatê. Nava vî îşîda rola girîng serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv hildaye ser xwe. Meha adarê ew çûbû dêra ermenîye li Hadrûtê û elam kiribû, wekî ew ya afganîye. Dêrên ermenîye nû, ne gelekî eyan bi temamî tên wêrankirinê.Hema mesela wê yekê dêra ermenîye li Cebraîlêye, derheqa kîjanêda rêportaja BBC-ê hazir kiribû. Dewsa wê dêrê tu tişt nehatibû dîtinê, û tê bêjî li wir qet tu tişt tunebûye. Hema wî cûreyî salên 2OO5-2OO6-a kevirxaçên li Cûgayê ji alîyê serokatîya Adirbêcanêda hatine xirabkirinê. Ji şerê Arsaxêyî dawî şeş meh derbaz bûne, lê nava malperên sosîyalîda gelek vîdêyo hatine belavkirinê, kîjanada tê kifşê, ku leşkerên azêrî çi cûreyî megberên ermenî, mala, dêra xirab dikin.
Tê bêjî Adirbêcanê sîyasîke usa destpê kirîye, ku bide kifşê, ku ew ji Tirkîyayê zêdetir dike. Çi ku Tirkîyayê nava sed salî kirîye, Adirbêcan dixweze nava wedekî kurtda wê yekê bike.
Eve menî, wekî piştî şêr, hetanî roja îroyîn, Adirbêcan seredana pêşezanên YÛNÊSKO-ye li Herêmê û li wan cîhên bin kontrola Adirbêcanêda dide paşdaêxistinê.Merem ewe ku ew dixwezin rêça ermenî ji wir bidine hildanê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button