Sereke

Qîmetê elametîya Co Baydêne rast Ermenîstanêva girêdaîye: wekîlê Ermenîstanêyî li mehkema Avropayêye mafên mêriv

Gelo bi çiqasîva xebera Baydêne ku da xebatê, ya “komkujî”, wê nava meydana navnetewîda alî Ermenîstanê bike, ew yek Ermenîstanêva girêdaîye. Derheqa wê yekêda wekîlê Ermenîstanêyî li mehkema Avropayêye mafên mêriv Yêgîşê Kîrakosyan gotîye.Ewî daye dîyarkirinê, wekî ew elametîya Baydên ne tenê ji alîyê sîyasîda girîng hesab dike, çimkî qîmetkirina serokê Ştatên Yekbûyî dikare hukumî li ser fikira civakî-sîyasî bike. Bi gotina Kîrakosyan, elametîya Baydên dikare nava şuxulkarîya naskrina komkujîyêda dereca nû bide çareserkirinê. Bona wê yekê jî xebateke gelekî berfire pêwîste.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button