Sereke

Serokê parlamênta Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan wextê hevdîtina serokên parlamênta, ya bi sernavê “Rola parlamêntvanaye nava karê aşîtîyê û qewînbûna aminayêda” bi axavtin pêşda hatîye

“Nenihêrî wê yekê ku sêkrêtarê Organîzeya Netewên Yekbûyî bang kiribû û nenihêrî krîzîsa hûmanîtarîye li hemdinîyayê, Adirbêcanê sala 2O2O-î, dawîya meha îlonê, bi piştgirîya Tirkîyayê û teşkîletên têrorîstîye li Rojhtlata Navîn, agrêsîya dijî Qerebagê destpêkir”,- Mîrzoyan gotîye.Ewî usa jî daye dîyarkirinê, wekî nava temamîya şêrda hêzên Adirbêcanê bi zanebûn berbi binelîyên sîvîl û sîstêmên sîvîl agir kirine, mîrata çandî û ruhanîye li Qerebagê tune kirine.Dijî binelîyên sîvîl sîlihên qedexekirî hatine xebitandinê. Ararat Mîrzoyan daye dîyarkirinê, wekî niha jî bi neqanûnî bi seda dîlên ermenî li Adirbêcanê tên xweykirinê. Şedetî hene, kö çawa gelek dîl hatine zêrandinê û hetanî hatine kuştinê jî.Ewî usa jî derheqa “parka” li Bekûyê vekirî xeberdaye û ew çawa şedetîya nemerivatîyê û dijminatîya di navbera miletada qîmet kirîye. Serokê parlamêntê gotîye, wekî tenê hildana encamên agrêsîya azêrîya û qirarkirina statûsa Qerebagê dikarin li herêmê qewilên aşîtîyê û qewînbûnê sazkin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button