Sereke

Elametîya wezîreta Arsaxêye karên der bo 3O-î salîya opêrasîyona “Xeleq”

Wezîreta Arsaxêye karên der bona opêrasîyona “Xeleq” elametî belav kirîye.
“3O-î sal pêşda, sala 1991-ê 3O-ê nîsanê, serokatîya Adirbêcanê opêrasîyona “Xeleq” teşkîl kirin, ji cîhên dîrokî cîşihitandin û xwînrêtina meriva, kîjane meriv dikarin hesabkin ya here xirab.
Nava opêrasîyonêda, wextê kîjanê cara yekem tank, helîkoptêr, top dijî merivên sîvîl hatine xebitndinê, bi seda gundên Arsaxa Bakûr, usa jî nehîyên Şahûmyanê, Hadrûtê û Şûşîyê hatine valakirinê û wêrankirinê, bi seda hezara meriv koçber bûn, bi seda hatine kuştinê û gelek jî dîl hatine girtinê. Yazîya geleka jî heya roja îroyîn eyan nîne.
Opêrasyîona ” Xeleq” bû sîyaseta qirkirina Adirbêcanêye bi sirê û salên 1988-1991-ê li Sûmgaîtê, Bekûyê, Kîrovabadê û nehyî û bajarên Adirbêcanêye mayîn, li kîderê ermenî diman, usa jî li Qerebagê û Bakûrê Arsaxê berdewama xeleqa komkujîya ermenî û paqijkirina êtnîkî bû.
Pevçûyînên azêrîya-qerebagîya derbazî li ser dika şer bû û paşêwextîyê agrêsîya êrîşkirina Adirbêcanêye berfirehye dijî Komara Arsaxê bû, kîjan heya roja îroyîn berdewam dibe.
“Opêrasîyona “Xeleq”-e sala 2O16-a, şerê nîsanê û bi piştgirîya Tirkîyayê û komên têrorîstîye başqe-başqe, ji alîyê Adirbêcanêda sala 2O2O-î û nava şerê 44-rojeye dijî Arsaxê, gunehkarkirinên şêr, qanûn û normên navnetewî hiştina bê ceza, dubarebûna wan nîşan didin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button