Sereke

Li Ermenîstanê wê rêjîma nû kar bike: merivên ku vaksîna stendine, dema çûyîn û hatinê wê têstê teslîm nekin

Welatîyên ku dijî koronavîrûsê vaksîna stendine, wê îdî wextê çûyîna ji Ermenîstanê, yanê jî hatina li Ermenîstanê têstê teslîm nekin. Derheqa wê yekêda borcbira wezîrê Ermenîstanêyî saxlemîxweykirinê Anahît Avanêsyanê gotîye.
Bi gotina wê, hevtîya tê nava qirara derheqa karantînêda wê guhartin hebe.
“Vaksînîzasîyakirin gaveke girînge bona ku ji sînorkirina azabin û paşda vegerine nava jîyana sade”,-ewê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button