Sereke

Li Tirkîyayê zaroka kurd giva bona bêhurmetkirina Êrdogan girtine

Zaroka 14 salî li Tirkîyayê giva bona bêhurmetkirina Receb Tayb Êrdoganê serok girtine. Zarok roja pêncşemê girtibûn, lê êvara înîyê aza berdane.Bavê zarokê gilî kirîye, wekî kurê wî ji malê birine. Ev yek piştî wê yekê qewimîye, wextê ku zarokê TikTok-da vîdêyoya bi şikilên Êrdogan, wezîrê karên hundur Silêman Soylû û dîktatorê Îraqêyî berê Sedem Husêyne tevayî belav kirîye, lê paşê jî şikilên fîgûrên kurda raber kirine.Bavê zarokê gotîye “Rudaw”-ê li cîhê polîsîyayê pirs dane wî, ku gelo malbeta wî PKK-va girêdayîye, yan na. Piştî derbazkirina têstên yaşê mêriv û pisîxolocî, ew aza berdane, lê piştî 15 roja îşê wî wê teslîmî mehkemê bikin.Polîsîyayê gotîye bavê zarokê ku kurê wî gerekê pêşda bigirtina, heger li welêt karantîna rûyê korovanavîrûsêda tunebûya. Hê eyan nîne, ku ewê dîsa bê girtinê, yan na.Wekîlên dewletê wê yekê şirove nakin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button