Sereke

Paşînyan nava naskirina komkujîya Ermenîye ji alîyê Baydênda çar faktora dibîne

Borcbirê serekwezîrê Ermenîstanê û kandîdatê serekwezîr Nîkol Paşînyan gotîye,wekî çar faktor hene, yên ku alî kirine, ku serokê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî komkujîya Ermenî naske. Derheqa wê yekêda Paşînyan wextê civîna parlamêntêye bona hilbijtartina serekwezîr gotîye.
“Ez difikirim, wekî li vir faktoreke wededirêj û yeke nîvwede û dudu jî yên wedekurt hene. Faktora wededirêj xebata hemû teşkîletên dîyaspora ermenîye li Ştatên Amêrîkayêye Yekbûîye. Ya nîv wede, sîyasîya Tirkîyayêye herêmîye û nava vê hemtêkstêda dîsonans heye, ya ku di navbera Tirkîyayê û Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyîda pêşda hatîye. Faktoreke wedekurt, ya ewlin, tevbûna Tirkîyayêye eşkere û aktîve nava şerê 44 rojedaye, lê ya duem ewe, wekî Komara Ermenîstanê welatê dêmokratîke. Ev herçar faktor, bi fikira min, usa kirine ku serokê Ştatên Yekbûyî ew qirar qebûl kirîye”,-Paşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button