Sereke

Têrorîstên Sûrîyayêye kirêkirî cezayê girtina hetanî dawîya emirê xwe stendin /vîdêyo, wêne/

Bi sedirtîya dozgerê qeza Syûnîkê Napolêon Ohanyan, îro prosêsa mehkemê dijî çekdarên kirêkirîye wextê şerê Qerebagê, yên dijî Arsaxê şerkirî, welatîyên Sûrîyayê Mûhrab Mehmed Al Şixêrî û Ûsiv Alabêt Al Hecî derbaz bûye bûye. Cêrge gunehkarkirin dijî Al Şixêrîyê 46-salî û Al Hecîyê 33-salî hatine pêşdakişandinê. Ev meriv welatîyên Adirbêcanê nînin, welatîyên Sûrîyayêne, bona kompênsasîya matêrîyalî ji alîyê serokatîya Adirbêcanêda hatine kirêkirinê û tevî şerê agrêsîve dijî Ermenîstanê û Arsaxê bûne.

Gunehkarkirinên dewletê Gûrgên Hakobyan û Arşak Martîrosyan bûne.Berjewndîyên gunehkara endamê palata Ermenîstanêye advokata, Mûşêg Vardanyanê parêzer diparêze. Mûşêg Vardanyan pêşnîyar kirîye ku prosêsa mehkemê derdadayîbe, çimkî wextê prosêsê dikarin surên dewletê bêne belavkirinê. Prosêsa mehekmê derdadayî derbaz bûye. Ji du şeda yek, Armên Vagûns daye dîyarkirinê, wekî kirêkirîyên ji Sûrîyayê êrîş birine ser gundên wan, nîvê koma ji 15O-î merivî revîye, hevt meriv hatine kuştinê, dudu jî birîndar bûne.

Armên Vagûns tirkî û azêrî zane û bi hêsanî fem kirîye, wekî ev herdu meriv çekdarên ji Sûrîyayêne. Ewî gotîye: ” Pêşda wana dikire gazî Allah Akbar, lê bi wê yekêva tevayî kincên kirêkirîya başqene.

Wana erebî xeber dida û me ew sax hiştin ku li ber dinîyayê bidine kifşê, ku dijî me kirêkirîyên ji Sûrîyayê şer kirine”.Hatîye dîyarkirinê, wekî çekdarên ji Sûrîyayê gerekê bi miaşa mehê 2OOO dolar tevî şerê dijî Ermenîstanê û Arsaxêbûna.Bona her serjêkirinekê 1OO dolar jî çawa rewa soz dabûn.Bona serjêkirina ermenîya kêrên dirêj dabûne wan. Herdu kirêkirî 2-ê mijdara sala 2O2O-î, nêzîkî gundê Davît Bêkê, rastî berxudana hêzên ermenî hatine, li wir dîl ketine. Gunehkarkira bona van herdu kirêkirîya dewa cezayê girtina hetanî dawîya emirê wan kirine.

Dozger Napolêon Ohanyan ew ceza qebûl kir û bona wan ew ceza hate îzbatkirinê. Mûşêg Pogosyanê parêzer wê bona wî cezayî şikyatê xwe pêşda bikişîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button