Sereke
Ji 12O-î zêdetir parlamêntvanên Şêwira Avropayê dewê ji Adirbêcanê dikin ku hemû dîlên ermenî paşda vegerînine Ermenîstanê

Ji 12O-î zêdetir parlamêntvanên Avropayê berbirî seroka komîsîya Avropayê Ûrsûla fon dêr Layênê û serokê Şêwira Avropayê Şar Mîşêl bûne, bang kirine ku dewê ji Adirbêcanê bikin ku hemû dîlên ermenîye leşkerî paşda vegerînine Ermenîstanê. Parlamêntvana nemêda bîr anîne, wekî Ermenîstanê hemû dîlên azêrîye leşkerî aza berdane.Hatîye dîyarkirinê, wekî ew yek teribandina mafê navnetewîye û pêra jî dijî helkirina pirsgirêkê, normalkirina heleqetîyaye. Parlamêntvana usa jî derheqa zêrandin û zordarîyên hindava dîlada dane dîyarkirinê. “Yektîya Avropayê îdî nikare Ermenîstanê nava van qewilên xirabda tenê bihêle. Em gerekê bişuxulin, bona ku zordarî careke mayîn ji qanûnê bilindtir nîbe”,- nava nemêda hatîye gotinê.