Sereke

Kirinên Adrbêcanê nîşandayîna vandalîzmêne û armanc ewe ku dêra ermenîye li Şûşîyê ji nasnama ermenî bê dûrxistinê

Wezîreta Ermenîstanêye karên der, girêdayî xebatên çêkirinêra, yên ku Adrbêcanê li dêra ermenîye li Şûşîyê destpêkirine, elametîya gunehkarkirinê belav kirîye.

Elametîyêda hatîye dîyarkirinê, wekî ev kirin yên gunehkarkirinêne, bi taybetî bi hesabhildana wê yekê, ku mînakên xirabkirina dêr û heykelên ermenî îdî gelekin. Dêra Şûşîyê wextê şerê Arsaxê du cara kirine hedef û piştî îzbatbûna agirbestê kirinên vandalî li wir hatine mîyaserkirinê.

Hatîye gotinê, wekî pêşîya hatina pêşezanên YÛNÊSKO-ê, Adrbêcan cûrê arxîtêktorîya dêra li Şûşîyê diguhêre û bo vê yekê jî ew îzinê nadin ku pêşezan bên Qerebagê, bona ku ji alîkîva xrabkarîyên hêna şêr veşêrin, lê ji alîyê mayînva jî cûrê arxîtêktorîya dêrê biguhêrin.

Hatîye dîyarkirinê, wekî xemgînîyên alîyê ermenîya rastin, çimkî kirinên Adrbêcanê nîşandayîna vandalîzmêne û armanc ewe ku dêra ermenîye li Şûşîyê ji nasnama ermenî bê dûrxistinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button