Sereke

Konstîtûsîya Kurdistanêye ewlin tê hazirkirinê

Serokê Kurdistana Îraqê Nêçîrvan Barzanî tevî partîyayên sîyasî, bona hazirkirina konstîtûsîya Kurdistanêye ewlin, konsûltasîya derbaz dike. Bi wî meremî Nêçîrvan Barzanî çûye Silêmanîyê û rastî lîdêrên partîya hatîye.
“Em vê pirsê tevî hemû partîya gotûbêj dikin û piştî wê yekê parlamêntê mêxanîzmê çêke, ku ev yek bixebite”,- Nêçîrvan Barzanî gotîye. Çi ku derheqa hilbijartinên Îraqêye parlamêntîyêdane, Barzanî gotîye, wekî hemû partîyayên kurdara pêwîste ku bighîjine hevfemkirinê û enîya yekbûyî sazkin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button