Sereke

Serokê Ştatên Amêrîkayêye Yekbyî îzin daye ku alîkarîya leşkerî bidine Adirbêcanê

Serokê Ştatên Amêrîkayêye Yekbyî Co Baydên îzin daye ku alîkarîya leşkerî bidine Adirbêcanê. Hatîye dîyarkirinê, wekî Baydên elamî kongrêsê kirîye, wekî admînîstrasîya wî hildana xala 9O7-a dide dirêjkirinê.
Ew rastkirin sala 1992-a bin hukumê lobbîya ermenîda hatibû kirinê. Dokûmênt piştgirîya ŞAY-ye leşkerîye bona Adirbêcanê dide sînorkirinê.Sala 2OO1-ê ew yek bi wedelû hatibû sekinandinê, çimkî wî çaxî ŞAY xwest ku bona cîguhastina baraye li Afganistanê, Adirbêcan bibe welatê tranzît. Katibê dewletê Êntonî Blînkên elam kirîye, wekî alîkarîya wî cûreyî wê dijî Eremenîstanê neyê xebitandinê. Ev qirar layîqî rexnekirina dîyaspora ermenîye li Amêrîkayê bûye. Serokê şêwira ermenîyên Amêrîkayê Aram Hambaryan jî difikire, wekî her gaveke Baydên, ya ku îşiqa kesk bona rêjîma Îlham Elîyêv vêdixe, dijî tabîya têmatîka ermenîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button