Sereke

Wezîrê Arsaxêyî karên der: Adirbêcan li topraxên dagirkirî komkujîya çandî mîyaser dike

Ew çi ku li Şûşîyê diqewime, komkujîya çandîye, têrorîzma çandî û nasîzma çandîye. Derheqa wê yekêda wezîrê Arsaxêyî karên der Davît Babayan gotîye.
“Serokatîya Adirbêcanê bi wî cûreyî dixweze derbê bighîne bîranîna meye dîrokî, firnaxbûna me. Feqet em gerekê li ber wê derbê teyaxkin û emê teyaxkin. Ew çi ku li dêra ermenî diqewime, dikare bi armanca stratêcîbe. Adirbêcan xaça û heykelên milyaketa tune dike û ew yek bi meremekîye.Ya ewlin ew dixweze derbê bighîne nasnama me, firnaxbûna me, bîranîna me, ya duem, ew rê vedike û guhdarîya me ji hemû tiştên mayîn dûr dixe, û pêra mîrata dîrokîye li Arsaxê tune dike. Bi wî cûreyî ew dixweze guhdarîyê ji kirinên xirab, barbar û vandalîzmê bide dûrxistinê. Em gerekê fem bikin, wekî hemû serkeftin û binketinên me, meva girêdayîne. Ez dixwezim bîr bînim, wekî ewên ku mala Xwedê xirab dikin, wê tu cara bêceza nemînin. Ew yek îdî dîrokeke başqeye”,- Babayan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button