Sereke

Barzanîyê serok wê hevdîtinên tevî hêzên Kurdistanêye sîyasî berdewam bike

Barzanîyê serok wê hevdîtinên tevî wekîlên hemû hêzên Kurdistanêye sîyasî, netew û ruhanîye kêmjimar berdewam bike.
“Bona gihîştina yekîtîyê û qayîlîyê, serokê Kurdistanê wê hevdîtinên tevî partîyayên sîyasî û netewên kêmjimare li herêmê berdewam bike”,-şêwirmendê serokê Kurdistanê Dilşad Şahab gotîye. Ev elametîya Şahab piştî wê yekê belav bû, wextê ku Barzanîyê serok hevdîtinên xweye tevî partîyayên Kurdistanêye sîyasî destpê kirin bona ku pirsên hilbijartinên parlamêntê û konstîtûsîya herêmê gotûbêj bikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button