Sereke

Li Ermenîstanê rêklama lîstikên peretî nava malperên înformasîyonda dane sînorkirinê

5-ê gulanê parlamênta Ermenîstanê projeya qanûna ji alîyê hukumatêda pêşnîyarkirî qebûl kir, anegorî kîjanê rêklamên lîstikên peretî nava portalên înformasîyonda tên sînorkirinê. Rêklamê dikarin tenê êvarê ji seheta deha hetanî şebeqê seheta hevta mîyaserkin.Girêdayî vê yekêra gelek malperên înformasîyon û ajans xemgînîya xwe elam kirine. Gilî derheqa wê yekêdane, wekî piranîya mecalên ji rêklama stendî, hema bi saya wê yekê tên. Nava pêşezanada fikir heye, wekî serokatî bi vî cûreyî dixweze prêssa opozîsîyon bide kurtkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button