Sereke

Wezîreta parastinê têra dibîne ku praktîka teşkîla fermandarîyê li pareskerên welatên cuda teşkîlkin

Wezîreta parastinê têra dibîne ku praktîka teşkîla fermandarîyê li pareskerên welatên cuda teþkîlkin. Derheqa wê yekêda, wextê dayîna bersivên pirsa, borcbirê wezîrê parastinê Vagarşak Harûtyûnyan li parlamêntê gotîye.
“Pirsgirêka meye usa heye, wekî roja îroyîn meriv bikaribe esker bighîne dereca wedê niha.Teşkîla fermandarîyê gerekê li welatên cuda praktîkayê derbazbe bona ku zanebûnên teşkîla ofîsêraye stratêcî hebe, yên ku li welatên cuda tên xebitandinê”,-Harûtyûnyan gotîye.
Borcbirê wezîr usa jî daye dîyarkirinê, wekî têra tê dîtinê teşkîla lêktorên ûnîvêrsîtêyên leşkerî bidine nûkirinê, usa jî xwendikara hînî sîlihên wedê niha bikin. Harûtyûnyan gotîye, wekî li Rûsîyayê pevketin heye, anegorî kîjanê Rûsîya hazire bêhesab leşkera bona hazirkirinê li cem xwe qebûlke.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button