Sereke

Di navbera Ermenîstanê û Rûsîyayêda dêklarasîya ortehukumatîyê bona çareserkirina pirsên bêqezîyabûna bîolocî hatîye îmzekirinê

Di navbera Ermenîstanê û Rûsîyayêda dêklarasîya ortehukumatîyê bona çareserkirina pirsên bêqezîyabûna bîolocî hatîye îmzekirinê.Derheqa wê yekêda, wextê prêss-konfêransa tevayî, ya tevî borcbirê wezîrê Ermenîstanêyî karên der, wezîrê Rûsîyayêyî karên der Sêrgêy Lavrov gotîye.
“Me îro dokûmênta derheqa çareserkirina pirsên bêqezîyabûna bîolocî îmze kirîye. Ewê alî me bike, ku bêqezîyabûna bîolocîye nava topraxa meye tevayîda bidine qewîkirinê”,-Lavrov gotîye. Wezîrê Rûsîyayêyî karên der serda zêde kirîye, wekî vê pirsê wê usa jî li ser dikên Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv û Hevalbendîya Welatên Serbest pêşda bibin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button