Sereke

Merivên vaksînîzasîyakirî dema hatina li Ermenîstanê wê têsta bona nexweşîyê teslîm nekin

Ew meriv, yên ku wê dokûmênta derheqa vaksînîzasyîakirinê bistînin, wextê hatina li Ermenîstanê, wê têsta bona kontrola nexweşîyê teslîm nekin. Qirara wî cûreyî wextê civîna hukumatê hatîye qebûlkirinê.Borcbira wezîrê saxlemîxweykirinê Anahît Avanêsyanê daye dîyarkirinê, wekî ev yek dewekarîya bona hatina li Ermenîstanêye. Ewê daye dîyarkirinê, wekî dokûmênta derheq vaksînîzasîyakirinê wê şuxulkarîyê dide hêsakirinê û paşê wedeyê bê, wekî evê bibe destûra tek-tenê. Nava qanûna derheqa zarokên hetanî yeksalî jî guhartin hatîye kirinê. Dewekarîya bona têstkirina zarokên hetanî yeksalî hatîye derxistinê.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button