Sereke

Pêwîste ku şuxulkarîya edil bona helkirina pirsgirêka dew-doza Qerebagê bidine dasekinandinê: Nîkol Paşînyan gotîye Sêrgêy Lavrov

Borcbirê serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan dêlêgasîya bi serkarîya wezîrê Rûsîyayêyî karên der Sêrgêy Lavrov qebûl kirîye. Bi silavkirina mêvana, Nîkol Paşînyan gotîye: “Nava vî wedê giranda Rûsîyayê destê piştgirîyê dirêjî me kir û alî me kir, ku wan pirsa helkin, yên ku rûyê agrêsîya dijî Qerebagê û nexweşîya koronavîrûsêda pêşda hatibû. Bi saya cedandinên Rûsîyayê, li hev hat opêrasîyonên şêr bidine sekinandinê û rûyê halê sertî li herêma me bidine kêmkirinê. Hazirîya Rûsîyayêye aşîtîparêzîye li Qerebagê, garantîya bêqezîyabûnêye qewîne. Ermenîstanê dîsa hemû mecala bide xebatê, ku wan pevketina, yên ku 9-ê mijdara sala 2O2O-î û 11-ê meha çileye sala 2O21-ê destanî, bide mîyaserkirinê. Feqet kirinên Adirbêcanê alî dîyaloga sêalî nakin. Pirsa paşdavegerandina dîla nayê mîyaserkirinê, dijî Ermenîstanê gefxwerin tên mîyaserkirinê û niha jî mîrata cimeta ermenîye çandî tê tunekirinê. Tabîya hemsediraye nava elametîya hemsediraye 13-ê nîsanêda, anegorî tabîya meye. Vî alîda tabîya me ewe, ku şuxulkarîya edil bidine dasekinandinê, bona ku helkirina pirsgirêka Qerebagê li ser hîmê prînsîpên hemsedira bê helkirinê”,-Paşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button