Sereke
Rûsîya hindava çareserkirina bêqezîyabûna Ermenîstanê amine: Lavrov
Wezîrê Rûsîyayêyî karên der Sêrgêy Lavrov daye dîyarkirinê, wekî Rûsîya hindava çareserkirina bêqezîyabûna Ermenîstana tifaqdar amine.Derheqa wê yekêda Lavrov wextê qisa tevî Nîkol Paşînyanê borcbirê serekwezîrê Ermenîstanê gotîye.
“Em hindava çareserkirina bêqezîyabûna Komara Ermenîstanê aminin. Derheqa wê yekêda wextê qisên weye tevî Pûtînê serok xeberdan çûye”,- Lavrov gotîye.Lavrov bîr anîye, wekî sala tê Ermenîstan û Rûsîya wê 3O-salîya heleqetîyên dîplomatî, dostîyê, hevkarîyê û 25-salîya peymana derheqa piştgirîya hevda bidine kifşê.
“Ew dokûmênta girîng heleqetîyên meye wededirêj pêşda dikişîne, yên ku bi hemû alîyava, nava hemû govekada dişuxulin”,-Lavrov gotîye.